Zorî & serdestîya li diji jin

 


Tacîz û tecawiza li hemberî jinan çû parlamenê

ENQERE (DÎHA) - Platforma Jinan a Berdewamî ya ji bo Aştiyê, ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM'yê re raporek pêşkêş kir. Di rapora jinan de hate destnîşankirin ku di sala 2003'an de, 56 jin rastî destdirêjiyê, 128 jin rastî tacîzê hatine. Her wiha 2 jin, ji bo fihuşê hatine bikaranîn û jinek jî bi riya çapemeniyê hatiye tacîzkirin.

Platforma Jinan a Berdewamî ya ji bo Aştiyê, ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM'yê re raporek pêşkêş kir. Di raporê de, li ser tundiya li hemberî jinan û bikeyskirinên nû yên di TCK'yê de hate rawestin. Platformê, pêşniyarên xwe yên der barê van mijaran de jî pêşkêş kir. Di rapora Platformê de, li ser tundiya ku di sala 2003'an de, li hemberî jinên kurd hatiye pêkanîn hate rawestîn. Di rapora jinan de hate destnîşankirin ku di sala 2003'yan de, 56 jin rastî destdirêjiyê, 128 jin rastî tacîzê hatine. Her wiha 2 jin, ji bo fihuşê hatine bikaranîn û jinek jî bi riya çapemeniyê hatiye tacîzkirin. Platforma Jinan, dosyaya xwe, ji Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM'yê Mehmet Elkatmiş re pêşkêş kir. Platformê, di rapora xwe de cih da nûçe, daxwaznameyên gilîkirinê û raporên der barê jinan ên ku di sala 2003'an de rastî tacîz û destdirêjiyê hatine. Platformê, her wiha xalên alternatîf ên ji bo Zagona Cezaya Tirk a nû jî pêşkêşî meclîsê kir.

Platformê diyar kir ku di sala 2003'yan de, 56 jin rastî destdirêjiyê, 128 jin rastî tacizê hatine. Her wiha 2 jin, ji bo fihuşê hatine bikaranîn û jinek jî bi riya çapemeniyê hatiye tacîzkirin. Di raporê de, hate destnîşankirin ku di encama pêkanînên bi vî rengî de ev bûyer qewimîne;

* 2 jin, piştî ku rastî destdirêjiyê hatine, xwekuştin e.
* Zarokek 14 salî, rastî destdirêjiyê hatiye û piştre, ji aliyê xizmên xwe ve hatiye kuştin.

* Jinek, piştî ku demeke dirêj di ser bûyera destdirêjiyê de derbas bûye, miriye.

* 5 jinên ducanî, di dema îşkenceyê de zarokên xwe wenda kirine.
* 5 jin, bi zarokên xwe re rastî îşkenceyê hatine.
* 3 jin, di encama destdirêjiyê de ducanî bûne. Zarokê yek ji van jinan hê jî dijî, zarokê yekê mirî hate dinê, jinek jî sebiyê xwe ji ber xwe kir.

Platforma Jinan a Berdewamî ya ji bo Aştiyê, di raporê de cih da temenên jinên ku rastî destdirêjiyê hatine jî. Hate destnîşankirin ku ji van jinan ya herî ciwan 11 salî ye, ya herî pîr jî 67 salî ye.

Di dosyayê de herî zêde polîs hene

Li gorî raporê, ji sûcdaran 128 polîs, 36 cenderme û leşker, 6 jî cerdevan, 4 tîmên taybet û 2 kes jî îtîrafkar in. Di raporê de tiştek din jî bal kişand. Ew jî hejmara jinên kurd e. Li gorî agahiyên ku di raporê de cih girtin, ji van jinan 133 jin kurd, 29 jin tirk, 4 jin roman, jinek alman, jinek bulgar û jinek jî romen e.

Sedemên binçavkirina jinan siyasî ye

Di raporê de hate destnîşankirin ku sedema binçavkirina jinan bi giştî siyasî ye. Li gorî raporê;

* 138 jin, ji ber sedemên siyasî
* 14 jin ji bo ku mêrên malbatê biaxifin
* 15 jin ji ber sedema şer
* 7 jin ji bo ku di malbata wan de kesên bi siyasetê re mijûl dibin
* 2 jin jî bi angaşta ku fihuş kirine hatine binçavkirin.

Di berdewama raporê de, hate diyarkirin ku dozên der barê van bûyeran de, an nagihîjin encamê an jî biderengî tên xistin. Her wiha hate diyarkirin ku jin, ji bo ku ditirsin, giliyên bersûcan nakin. Rapor, ji bilî van agahiyan, cih dide hejmara jinên ku rastî zewaca bizorê hatine, yên ku ji Tirkiyeyê reviyane û yên ku mirine jî.

Zagona alternatîf

Platforma Jinan a Berdewamî ya ji bo Aştiyê, her wiha ji bo beşa TCK'yê ya der barê 'Sûcên li hemberî zayendiyê' jî xalên alternatîf pêşkêş kir. Di dosyayê de tê xwestin ku kesên ku destdirêjî pêk anîne, bi cezayê girtîgehê yê heta 8 salan bên cezakirin. Her wiha tê xwestin ku ji bo kesên ku destdirêjiya li hemberî kesên temenên wan di navbera 15 û 18'an de, bi cezayê 10 salan bêne cezakirin.

Elkatmiş: Divê di doza Guldunya Toren de cezayê herî giran bê dayîn

Mehmet Elkatmiş, di hevdîtina bi platformê re de, tundiya li hemberî jinan tê pêkanîn, pejirand û wiha got: " Ji ber ku kuştinên gerdîşî yên di TCK'yê de, ji şiroveyan re vekirî ne, hakim çawa bixwaze wisa ceza dide. Pêwîst e ku ne tenê zagon her wiha zîhniyetên ku van biryaran didin jî biguherin. Ez hakimê doza Guldunya Toren bûma, minê cezayê herî giran bida. Jinên sergirtî jî stembar in. "

(w-xo/do)
(11/3/2004 - 13:17)   © DIHA, 2004

..................................................................................................................................

 


Endama DEHAP'ê ya jin revandin û tecawizî wê kirin



İSTANBUL - Rêvebara Baskên Jinan a DEHAP'a Stenbolê Gulbahar Gunduz ji hêla 4 kesan ve hate revandin û îşkence lê kirin û piştre jî tecawizî wê kirin.

Gunduz diyar kir ku kesên wê revandine polîsên sivîl bûn û wiha got: "Ji min re gotin 'DEHAP ji bo çi heqas li dû efûya giştî ye. Çima her dem jin li pêşiyê nin? Ji ber ku hûn jin in, hûn dibêjin qey em nikarin li kuçeyan dest we bidin? De bila hevalên we, we ji destên me xilas bikin. Bi ev ji bo we bibe ders."

Der barê bûyerê de Rêvebera Baskên Ciwanan a DEHAP'a Stenbolê Gulbahar Gunduz, Cîgira Serokê Giştî yê ÎHD'ê Eren Keskîn, Seroka ÎHD'a Stenbolê Kîraz Bîçîcî, Serokê DEHAP'a Stenbolê M. Metîn Toprak û Seroka Baskên Jinan a DEHAP'a Stenbolê li ÎHD'a Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê.

"Ez ji aliyê oral ve hatim tecawizkirin"

Gulbahar Gunduz ji ber şok bûyer ku bi zorê diaxivî û digiriya der barê bûyerê de wiha axivî: "Di 14'ê pûşperê de di saet 09.00'an de dema ku ez diçûm DEHAP'a Stenbolê li bin pira Saraçhanê 4 kesên ku xwe wekî polîsan nîşan dan û di destên wan de tesiz hebûn min bi zorê xistin erebê. Dema ku min birin kesekî gazî kir û got: 'Hûn çi dikin? Wê berdin.' Di wê demê gotin 'polîs nepeyive '. Piştre min bi erebeyeke spî revandin. Ji ber ku serê min li erebê xistibûn ez ji hişê xwe ve çûbûm. Dema ku ez bi ser hişê xwe ve hatim min dît ku ez du qatan di binê erdê de, li cihekî ku ranzayeke wê heye û tu pencerê wê tunene bûm. Lêpirsîn dikirin. Çavên min girtibûn û îşkenceyên cur bi cur li min kirin. Bi tiştekî hişk li serê min dan û pişta min û laşê min bi hezin birîn. Ji ber lêdanê her der min mor û reş kirin. Di ser çavê min de cixare vemirandin. Bi aletekê ji aliyê oral ve tecawizî min kirin. Piştî îşkenceya 8 saetan min ji wir derxisitin û di riya TEM a Gazîosmanpayê mim li qeraxa rê avêtin. Polîsên ku tecawizî min kirin min baş wechê wan nedît, lê temenê wan 35- 40 salî bûn."

Gunduz bi bîr xist ku berî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê cereke din jî hatibû revandin û wê binçav kiribûn û ji bo ku xebatê neke tedît lê hatiye kirin.

Milên wê û pişta wê mor û reş bûbû

Li ser xwesteka rojnamegeran Gunduz cihê ku lê îşkence hatiye kirin rê da. Milê Gunduz ê rastê mor bûye û di ser çavê wê de şûna cixareyan, li pişta wê jî çixez û birîn hate dîtin.

"Belkû ev bûyer di warê hiqûqî de guherînan bi xwe re bîne"

Eren Keskîn ji bo ku Gunduz di heman demê de wan agahdar kiriyê diyar kir ku ew pir bi cesaret e û wiha got: "Jinên ku di binçav de marûzî şîdeta cinsî dibin ji ber sedemên cur bi cur bûyerên ku di serê wan de derbas dibe nabêjin. Ji ber vê yekê cihên derbeyan wenda dibû. Gulbahar ji ber ku hê cihên derb û mor bûne ne çûne me agahdar kiriye ew pir bi cesaret e. Me gelek bûyerên işkenceyên cinsî yên di bin çav de dît lê di pêvajoyeke wisa de ev bûyerek wisa pêk tê pir balkêş e. Aletek ku ji aliyê oral bê kirin ev tecawiz e. Di TCK'ê ji bilî tecawiza vajînal tecawizên din nakeve asta sûcê. Ev mijar belkî di warê hiqûqî de hin tiştên nû bi xwe re bîne. Me der barê vê bûyerê agahî da Parlementoya Ewropayê. Emê binêrin ku hela Tirkiye dê çawa ji bin vê bûyerê derkeve."

Keskîn diyar kir ku ewê di demek kurt de der barê van kesan de daxuyaniya sûc bidin.

"Bila bersûc werin dîtin"

Seroka Baskên Jinan a DEHAP'a Stenbolê Sebahat Tuncer jî bal kişand ser çawisandinên li ser DEHAP'ê û wiha got: "Çawisandinên polîsan ên li ser partiya me dem deman bi vî şiklî xebatkarên me revandine û ji bo ku neçin DEHAP'ê tehdît li wan kirine. Em ji ber ev êrîşên li dijî xebatkarên me bi endîşe nin. Vê êrîşê jî welî li dijî azadiya jinê dibînin û kesên bersûcên vê bûyerênin bila zû bêne dîtin. Ji bo ku li Tirkiyeyê wekî kosepta 1992'an çênebe em bangî jin, hêzên demokrasiyê û parêzkarên mafên mirovan dikin ku li ber vê yekê bisekinin."

"Me serî li Midûriyeta Emniyetê da lê me sûcdar dît"

Gulbahar Gunduz da zanîn ku piştî bûyerê ew bi Sabahat Tuncer re çûne serî li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Gazîosmanpaşayê dane lê li vir ew wekî sûcdar hatine dîtin. Gunduz got: "Li wir wekî ku me têxin lêpirsînê me sûcdar kirin û gotin 'Êdî polî tiştekî nake, hûn çima maqamê me sûcdar dikin? Heke JÎTEM bike bîrîmeke din bike her kes sûc davêje ser me." Li vir bi me re ketin nîqaşê."

Banga şahidiyê hate kirin

Li ser pirserê Gunduz gotina xwe ya dema ku min revandin kesekî min dît û mudaxayî wan kir dubare kir. Gunduz bangî şahidê bûyerê kir û got: "Ez rica ji we dikim. Wekî şaihidê bûyerê tiştê ku we dît bibêjin. Ji bo teşhisa van kesan alîkariyê bidin."

(Fotoğraf:Meryem YILMAZ)       (sd)  © DIHA, 2003