|
Projeya
bişik û guman a Bendava Ilisuyê
dîsa di rojevê de ye:
Bendavên Tirkan, pîvanên
Yekitiya Ewrûpayê û mafên mirovan
bin pê dikin!
Li
dû rapora nû ya ku ji aliyê Zanîngeha Netewî ya Îrlandayê,
Galway û
Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan [1] ve hatiye belavkirin, li
Rojhilata Başûr a welêt, her çi qas, li ser mafên çandî
û hawirdorî xwedî bandorên neyînî ne jî, bernameya Bendava
Ilisuyê jî tê de, bernameyên mezin ên bendavan, dikarin bi
pêş kevin. Rapor der barê bernameyên bendavên birqa ji avê
(Hîdroelektrîk), ên ku bo Mûnzûr, Dîcle û Zêy (Zapa Mezin) tên
amadekirin de, delîlên nû radixe ber çavan.
Rapora ku ji aliyê peywirdara hîndekariyê ya beşa Galwey a
Arkeolojiyê ya Zanîngeha Netewî ya Îralandayê, Maggie Ronayne
ve hatiye nivîsandin ku vedîtinên desteya kifşkirina
rastiyan ku çûbû herêmê jî tê de cih digirin, diyar dike ka
bo daxwazên wan gundiyan ku projeye dê li ser wan bandoreke neyînî
bike, çawa dikarin piştgirî bê dayîn. Eşkere ye ku, bi
piraniya wan kesên ku di domahiya şer û pevçûnên ku li herêmê
pêk dihatin, de ji cih û warên xwe hatine rakirin û niha
dixwazin vegerin ser axa xwe, bi tu awayî nehatiye şêwirîn.
Her çiqas, jin û komeleyên jinan ew kes in ku herî hindik bi wan
hatiye şêwirîn, nerazîbûna wan a tund a ji ber xerab-badorên
ku him li ser wan û him jî li ser mirovên ku ew xwe wek
berpirsiyarê wan dibînin de hene, yek ji nerazîbûnên derûdorên
muxalîfan e.
Bendav,
bermahiyên bi sedan heta hezaran bajarokên kevin ku rezervuarên
wan xwedî girîngiyeke nawteyeyî ne, ên jêderkên cisnê me,
mirovan, destpêka çandiniyê, û ên şaristaniyên Roma û Asûran
dê giş di bin avê de bihêle.
Ew warên ku dîroka hinek ji wan digihê 1000 sal pêş,
ku mîratên Kurdan, Ermeniyan, Suryaniyan û şaristaniyên
din in ku di qurnên dawî de ijyane û cihên pîrozwer ên Mesihî
û Misilmanan ku hinekan hê jî tên bi kar anîn, wê noqî ava
bendavê bibin.
Bi ya nivîskara raporê Maggie Ronayne: “Bernameya GAPê ya ku ew
bendav jî
parçeyekê wê ye, mîrata hevbeş a hemû mirovahiyê dirûxîne
û pîvanên herî bingehîn jî bin pê dike. Hukumet û şîrketên
ku bername bi rê ve dibin, encamên bernameyê paş guhan de
davêjin, naxwazin bibînin. Pêşveçûnên
salên dawî tên şopandin, yên derbarê Kurdan û komên
din ên etnîk ên welatekî wek Tirkiyê ku xwedî dîrokeke weha
ye ku tê de mîratên çand û baweriyên cur bi cur hatine rûxandin,
û pêkutiyeke tund a çandî heye.”
Divê
YE vê rûxandina çandî di vê çarçoveyê de bifikire û weha
binirxîne. Yek ji vedîtinên herî girîng ên raporê; şirket
hatine cem hev û konsorsiyumek saz kirine da ku projeya Ilisuyê
ava bikin a ku giramiya xwe wenda kiriye, pêkan e ku herikîna ava ku diçe
Iraqê û Sûrî bibire û dê bibe sedema 78.000 kes ku piraniya
wan Kurd in ji ax û warê xwe werin rakirin. Bi vê bernameyê, her
çi qas serok wezîr û şîrketa avakar soz dabûn jî, bajarê
kevnare yê Heskîfê ku him bo Kurdan xwedî buhayeke mezin a çandî
ye him jî xwedî girîngiyeke arkeoljîk a navneteweyî ye, dê neyê
parastin.
Di
her şert û mercê de, bandorên çandî yên Ilisuyê bi tenê
bi vê bajarê kevnare tixûbkirî nîn in. Kampanyayên ji 2000 an
heta 2002 yan, hewldanên komên mafên mirovan hawirdorparêz û
kesên ku li ser wan bandorên neyînî yên bernameyê hebe, wan çewtiyên
bingehîn ên ku di pelgeyên bernameyê de cih digirtin raxistin
ber çavan, bandor bir li ser rêkxistinan û di belavbûna yekitiya
şîrketan de têkarî kir. Lê tevî vê yekê bingehên esasî
yên bernameyê hê jî wek xwe ne.
Berpirsiyarê
rêvebirina Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan, Kerîm Yildiz weha
şîrove dike: “Wisa
diyar e ku dewleta Tirk ji bernameya Ilisuyê ders wernegirtine.
Rapor destnîşan dike ku bi
ya standartên nawneteweyî nehatiye kirin. Nemaze, tu standartên
YE bi vê bernameyê re bi hev nake. Xebat di heman demê de destnîşan
dike ku her çi qas pêşveçûn reformên qanûnî hene jî,
îşkence wek azîneyeke rêvebirinê ya dewletê dim
dike. Eger ev e ew hawirdor
ku bi xelkê bişêwirin, ji niha de karim bibêjim ne guncan e
ku encameke ku bi kêrî xelkê were, derkeve. Bernameya pêşveçûnê
ya GAPê ku di vê xebatê de hatiye nirxandin, dê di pêvajoya
endametiya YE yê ya Tirkiyê de arîşeyên ciddî tîne holê.
Ragihandin:
Maggie
Ronayne: Zanîngeha Netewî ya Îrlandayê, Galway, Beşa
Arkeoojiyê
Tel: 00 353
91 493701 yan 00 353 (0) 87 7838688
(telefûna destî)
e-maîl: maggie.ronayne@nuigalway.ie
Kerim
Yıldız, Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan, Londra
Tel: +44 0207 287 2772
e-maîl: khrp@khrp.org
www.khrp.org
(Baldarî: navnîşanên me yên e-maîlê guherîne, tika ye nîşe
wergirin)
Têbînî [1]: “Rapora Desteya lêkolîna rastiyan: Li Rojavaya Başûr a Tirkiyê
Bandorên Bendavan ên Li Ser Çand û Hawirdorê” (ISBN 1900175 80 0)
Navnîşana Xwestinê:
Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan, Londra,
Tel: +44 0207 287 2772 yan jî
Zanîngeha
Netewî ya Îrlandayê, Galway, Beşa Arkeolojiyê,
Tel:
00 353 91 493701, www.nuigalway.ie
|