Danezana
gerdûnî ya mafên mirov
Dîbaçe
Herwekî
nasîna weqara pêgirê hemû endamên malbata mirovî û mafên wan ên
wekhev û (jênager) bingehe azadî, dad û aşitiya cihanê pêk tîne,
Herwekî
nenasîn û piçûkdîtina mafên mirov rê dan barbar ku wijdana mirovhiyê
didin isyanê û avakirina cihaneke ku tê de ewê heyinên mirovî di peyivîn
û bawerkirinê de serbest bin, ji xof û belengaziyê rizgar bin wek xweziya
bilindtirîn a mirov hate îlan kirin,
Herweki
bingehî ye ku mafên mirov ji alî rejîmeke hiqûqî bên parastin ji bo ku
mirov mecbûr nemîne, wek çara dawîn, li dijî zorkarî û zulmê rabe,
Herkekî
teşwîqa pêşvebirina peywendiyên dostaniyê di navbera neteweyan
de bingehî ye,
Herwekî
gelên Neteweyen Yekbûyî di Destûrê de ji nû ve baweriya xwe ya bi mafên
bingehî yên mirov, di nav weqar û rûmeta kesê mirovî de û di wekheviya
mafên mêr û jinan de, dane zanîn û diyar kirin ku ew biryardar in ku arîkarî
bidin pêşveçûna çivakî û bicihkirina mecalên çêtir ên jiyanê
di nav serbestiyeke mestir de,
Herwekî
dewletên endam qewl dane, ku bi hevkariya Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî,
riayeta gerdûnî û fiîlî ya mafên mirovî û azadiyên bingehî ewle
bikin,
Herwekî
têgihiştineke hevbeş a van maf û azadiyan ji bo bi temamî bicîhanîna
vê teahudê ji giringiya bilindtirîn e, Civîna Gelemperî vê Danezana Gerdûnî
ya Mafên Mirovî
wekî
îdeala hevbeş a ku hemû gel û hemû netewe dixwazin bighênê ji bo ku
hemû kes û hemû organên civakê, ev Danezan timî di bîr de, bi hînkirin
û hêvotinê bixebitin ku riayeta van maf û azadiyan pêşve bibin û bi
tedbîrên berebereyî yên neteweyî û navneteweyî, nasîn û bicihanîna
gerdûnî û fiîlî yên wan him di nav gelên dewletên endam bi xwe him di
nav yên erdên ku li jêr hukmê wan de ne ewle bikin.
Bend
1
Hemû
mirov azad û di weqar û mafan de wekhev tên dinyayê. Ew xwedî hiş û
şuûr in û divê li hember hev bi zihniyeteke bratiyê bilivin.
Bend
2
Heryek,
bê tu cihêyî, nemaze ya nijad, reng, zayend (cisn), ziman, ol, ramana siyasî
an her ramana din, eslê neteweyî an civakî, serwet, zayîn an her rewşeke
din, xwediyê hemû maf û hemû azadiyên ku di vê Danezanê de hatine
daxuyankirî ye.
Bi
serde, ewê tu cihêyî neyê kirin ji ber statuya siyasî, hiqûqî an
navneteweyî ya welat an erdê ku kesek jê tê, heke ev welat an erd
serbixwe, li jêr dest, ne xweser (otonom) an li jêr her tahdîda din a
serweriyê be an na.
Bend
3
Herkes
xwedî mafê jiyan, azadî û ewleyiya şexsê xwe ye.
Bend
4
Ewê
tukes di koletî an bindestiyê de neyê girtin; koletî û bazirganiya
koleyan bi hemû teşeyên xwe ve qedexe ne.
Bend
5
Ewê
tukes nebe tabiê şkence an ceza û muameleyên hov, namirovî an
xirabker.
Bend
6
Herkes
xwediyê mafê nasîna li hemû ciyan a şexsiyeta xwe ya hiqûyî ye.
Bend
7
Hemû
mirov li ber qanûnan wekhev in û bê ciheyî xwediyê mafê parastineke
wekhev a qanûn in. Hemû mirov li hemberî her cihêtiya ku vê Danezanê
ihlal dike û li hemberî her navtêdana cihêtiyeke wilo xwediyê mafê
parastineke wekhev in.
Bend
8
Herkes
maf heye ku li hemberî kirinên ku mafên bingehî yên ku qanûna bingehî
an qanûn jê re dinasin ihlal dikin, serî li mehkemeyên neteweyî yên
selahiyetdar bixe.
Bend
9
Tukes
nikare bi awayekî kêfî bê girtin, hebs an sirgûn kirin.
Bend
10
Herkes,
di wekheviyeke temamî de, maf heye ku doza wî li ber mehkemeyeke serbixwe û
bê alî bi awayekî adil û eşkere bê bihîstin ji bo diyarkirina maf
û wacibên wî û ya her tawana curmî li dijî wî.
Bend
11
1.
Her kesê ku bi kirineke curmî tê tawanbar kirin bêrî tê hesibîn
ta ku sûcê wî di mehkemeyek eşkere, ku hemû garantiyên ji bo
parastina wî pêwist ewle kiribe, bi awayekî qanûnî were îsbat kirin.
2.
Tukes nayê ceza kirin ji ber kirin an nekirinên ku di gava pêkhatina
xwe de li gora qanûna neteweyî an navneteweyî ne sûc bûne.
Bend
12
Nabe
ku tukes bibe amanca têkilbûnên kêfî yên nav jiyana wî ya arizî,
malbata wî, mala wî an nameyên wî, an ziyangihandina şeref û şana
wî. Herkes xwediyê mafê parastina qanûn e li hemberî têkilbûn û
ziyangihanên wilo.
Bend
13
1.
Mafê her kesî heye ku di nav tixûbên dewletekê de bi serbestî hatûçûnê
bike û cihê mayîna xwe bibijêre.
2.
Herkes maf heye ku ji her welatî, yê wî bi xwe jî tê de, derkeve
û vegere welatê xwe.
Bend
14
1.
Herkes maf heye ji ber zordestiyê li welatên din daxwaza penahê bike
û bibe penabêr.
2.
Ev maf nikare bê xwastin ji bo taqîbatên bi rastî ji ber sûceke adî
an ji ber kirinên dijî amanc û bingehên Neteweyên Yekbûyî.
Bend
15
1.
Herkes maf heye bibe xwediyê netewahiyekê (miliyetekê).
2.
Tukes nikare bi awayekî kêfî ne ji netewahiya xwe ne jî ji mafê
netewahî guhartinê bête bêpar kirin.
Bend
16
1.
Ji temenê (emrê) balixiyê pê ve, mêr û jin, bê tu tahdîdên ji
ber nijad, netewahî an olê, maf hene ku hev mehr bikin û malbatek deynin.
Li hemberî zewacê, di domahiyê zewacê û di dema berdanê de ew xwedî mafên
wekhev in.
2.
Mehr tenê bi erêkirina serbest û temamî ya jin û mêr dikare bête
birrîn.
3.
Malbat hêmana xwezayî û bingehî ya civakê ye û xwedî maf e ku ji
alî civak û dewletê ve bête parastin.
Bend
17
1.
Herkes maf heye ku bi serê xwe an tevî kesên din bibe xwedî mulk.
2.
Tukes nikare bi awayekî kêfî ji mulkê xwe bête bêpar kirin.
Bend
18
Herkes
mafê azadiya fikr, wijdan û olê heye; azadiya ol an bawerî guhartin û
azadiya ol û baweriya xwe bi tenê an bi hev re him eşkere him arizî,
bi hînkirin, emel, îbadet û bicihanîna ayînan nîşandanê jî di nav
vî mafî de ne.
Bend
19
Herkes
mafê azadiya fikr û îfade heye; mafê ji ber ramanên xwe nehatin êşandin
û herweha mafê bêî nasîna tu sînoran û bi her cure navgînan li
agahdariyan û fikran gerîn, wan bi dest xistin û îfade û belavkirin
dikevin nav vî mafî.
Bend
20
1.
Herkes mafê azadiya aramane civîn û komelê danînê heye.
2.
Tukes nikare bête mecbûr kirin ku bibe endamê komeleyekê.
Bend
21
1.
Mafê her kesî heye ku rasterast an jî bi riya nemînendeyên xwe yên
bi serbestî helbijartî di hukûmeta welatê xwe de beşdar bibe.
2.
Herkes maf heye ku di mercên wekheviyê de ji xizmetên giştî yên
welatê xwe kelk (istifade) bigire.
3.
Viyana (îradeya) gel bingehê otorîteya hukûmetê ye; divê ku ev
viyan xwe di helbijartinên durust ên ku di demên dewrî de, bi raya gerdûnî,
wekhev û dengdana dizî an li gora awayeke hevrûmet a ku azadiya dengdanê
ewle bike, xwe diyar ke.
Bend
22
Herkes,
wekî endamê civakî, mafê ewleyiya sosyal heye; Ew mafdar e ku bi riya
xebata neteweyî û hevkariya navneteweyî û li gora tenzîm û hatiniyên
her dewletê, doza bidestxistina mafên aborî, civakî û çandî yên ku jo
bo weqara wî û geşbûna serbest a şexsiyeta wî ferz in, bike.
Bend
23
1.
Herkes mafê xebatê, serbest bijartina xebata xwe, şertên adil
û musaîd ên xebatê û parastina li dijî bêkariyê heye.
2.
Herkes, bêî tu cihêyî, maf heye ku ji bo xebateke wekhev heqek
wekhev bistîne.
3.
Herkesê ku dixebite mafê meaşek adil û têrker ê ku dikaribe
ji wî û ji malbata wî re jiyaneke şayanê weqara mirovî ewle bike û
heke pêwîst be bi îmkanên din ên parastina sosyal bê temam kirin, heye.
4.
Herkes maf heye ku ji bo parastina menfaetên xwe sendîka deyne û
bikeve nav sendîkan.
Bend
24
Herkes
mafê bihndan (istirahet) û demên serbest û nemaze tahdîdeke maqûl a dema
xebatê û tatîlên dewrî yên bi meaş heye.
Bend
25
1.
Herkes mafê sewiyeke jiyanê ku têra ewlekirina saxî û rehetiya wî
û ya malbata wî bike heye, nemaze ji bo xwarin, lixwekirin, mal, lênerîna
tibbî, wisa jî ji bo xizmetên sosyal ên pêwîst û mafê ewleyiyê di rewşa
bêkarî, nexweşî, seqetî, bîtî, pîrî an di rewşên din ên
windakirina îmkanên xwe yên jiyanê ji ber sedemên dervavî viyana wî.
2.
Dêyîtî û zarotî mafên arîkarî û lênêrîneke taybetî hene.
Hemû zaro, çi yên di zewacê de bûyi çi yên dervayî zewacê, xwediyên
eynî parastineke civakî ne.
Bend
26
1.
Herkes mafê hînbûnê heye. Divê ku hînbûn belaş be, qet nebe
hînbûna destpêkî û bingehî. Divê ku hînbûna teknîk û meslekî bi
firehî belav be û xwendina bilind bi wekheviyeke temamî ji hemû kesan re,
li gora şehrezayiya wan, vekirî be.
2.
Divê ku hînkirin geşkirina temamî ya şexsiyeta mirovî û
xurtkirina siyaseta mafên mirovî û azadiyên bingehî amanc bigre. Divê ku
ew arîkarî bide têgihîştin, musameha û dostaniya nav hemû netewe û
hemû komên nijadî an olî, wisa jî pêşveçûna çalakiyên Neteweyên
Yekbûyî ji bo xwedîkirina aşîtiyê.
3.
Dê û bav xwediyê mafê pêşîkî ê bijartina cureyê hînbûna
zarokên xwe ne.
Bend
27
1.
Herkes mafê bi serbestî beşdarbûna jiyana çandî ya civakê,
ji huneran kelkgirtinê û beşdarbûna pêşveçûna zanistî û
encamên wê heye.
2.
Herkes mafê parastina menfaetên manewî û maddî yên ku ji ber
berhema zanistî, edebî û hunerî ya ku ew bi xwe çêkerê wê ye heye.
Bend
28
Mafê
her kesî yê ji bo nîzameke civakî û navneteweyî ya wisan heye ku maf û
azadiyên di vê Danezanê de berpêşkirî bikaribin tê de bi temamî bêne
cih.
Bend
29
1.
Herkes erk (wezîfe) hene li hember civakê, ya ku tenê tê de geşbûna
serbest û temamî ya şexsiyeta wî mimkin e.
2.
Di bikaranîna maf û azadiyên xwe de heryek tenê bi hukmên ku qanûn
tenê ji bo ewlekirina nasîn û qedrê maf û azadiyên kesên din û ji bo
bicihanîna xwastiniyên rast ên exlaq, pergala giştî û refeha
gelemper di civakeke demokratîk de daniye, tê tahdîd kirin.
3.
Ev maf û azadî, di tu rewşê de, nikarin li dijî amanc û
bingehên Neteweyên Yekbûyî bên bi kar anîn.
Bend
30
Tu
hukmekî vê Danezanê nikare bê tefsîr kirin wekî ku tu maf dide dewletekê,
komekê û kesekî ji bo kirina karekî an pêkanîna kirinekî ku rakirina
maf û azadiyên ku tê de hatine berpêş kirin amanc bigre.