Rêzname 

Aramanc û prensîbên esasî ên Weqfa Jinên Azad ên Cîhanê


Nav û cîh
Xala 1emîn
1. Navê Wekfê: Internationale Vrije Vrouwen Stichting
             (Weqfa Jinên Azad a Cihanê)
2. Navenda Wekfê li Amsterdamê ye.

Doz û armanc
Xala 2yemîn

1. a) Weqf, ji bo xwe Peymana Neteweyên Yekbûyî û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bingeh digire û ti cudahiyê naxe navbera ziman, nijad, netew, çarenûs û cins

b) Bihêzkirina gotûbêjên di navbera jinan de û teşwîqkirina tevlîbûneke xurt a jinan di warê civakî de da ku aştî, demokrasî, edalet, mafên mirovan, azadî û wekhevî bikaribe were têkûzkirin.

c) Afirandina derfetan da ku jin karibin teknolojiya nûjen û alavên ragihandinê bikar bînin.

d) Li ser bingeha misogerkirina azadiya raman û mirovahiyê, jin karibin di pêşketinên warê aşitî û demokrasiyê de roleke çalak bilîzîn û dîsa di vê çarçoveyê de jin di warê pêşxistina têkiliyên aştiyane û civakî de rola xwe bilîzin. 

e) Pêşxistina pêwendiyên navnetewî û hewldanên ji bo hevkariya navnetewî. 

f) Li hemberî hemû cureyên milîtatîrîzm faşîzm, nijadperestî û binpêkirinên hemû cureyên mafan û pê ve girêdayî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî têdikoşe. 

g) Teşwîqkirina parastina nêçîr û hawirdorê û misogerkirina rola jinan a di warê pêşxistina şert û mercên heyî de, ku ew karibin li hemberî hemû teknolojiyên mêzîna civakî û ekolojîk a cîhanê xira dikin, rawestin. 

h) Mirovahî bikaribe, di dema niha û pêş de di warên ekolojîk û civakî de hemû derfet û îmkanên teknîkî bikar bînin. 

i) Piştgiriyeke rastîn bide hemû jinên ku ji ber þer û rewşên girêdayî malbatê, bi muamelyên xirab re rû bi rû mane. 

j) Li hemberî hemû zext û dijwarî (aborî, civakî, cinsî, fizîkî, psîkolojîk û hemû cureyên zextên din) bisekine û desteka aborî û moral bide jinên bi şîdetê re rû bi rû mane.

k) Jinan teşwîq û perwerde bike da ku ew jî karibin bibin xwediyê keda xwe û dîsa di vê çarçoveyê de projeyan biafirîne. 

l) Mafên zarokan biparêze û bi taybetî di nava şertên þer de li dijî hemû cureyên şîdetê yên sîstemê, civakî û malbatê raweste.

m) Têkûzkirin û destekdayîna hemû hewldanên xwezayî yên ji bo pêşdexistina zarokan.

n) Di dewsa pêwendiyên ne wek hev de, ku zorê li jinê dikin, li ser bingeha dualîbûn û azadiyê, xurtkirina piştgiriya di navbera jin û mêran de. 

o) Di warên dîrok, siyaset, aborî, teknolojîk, tenduristî û çandê de, lêkolîn werin pêşdexistin.

p) Avakirina hevkariya hemû rêxistin û saziyên xwedî projeyên ji bo jinan yên li Hollanda dijîn û 

q) bi xala jor ve girêdayî, ji bo teşwîqkirin û bicihanîna xalên jorê ve wê di warên zanistî, çandî û aborî de bingeha dezgehan were afirandin û saziyê werin parastin. 

2. Weqfê pir zelal diyar kiriye, ku ewê firsendan ji bo berjenwendiyên xwe bikar neyîne. 

3. Ji bo bi dest xistina armanc û doza xwe, weqfê di warên zanistî, çandî, civakî û aboriyê de saziyan ava bike.